Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve: Rejîma Sûrîyê Xeta Sor Derbas Kir


Wezîrê Derve John Kerry
Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry dibêje ku rejîma Beşar El Esed xeta sor derbas kir dema çekê kîmyawî li dijî gelê xwe bikar anî.

Di gotarekê de roja Yekşemê li Parîs, birêz Kerry got ku hikûmeta Amerîkî û hevalbendên wê naxwazin di şerê navxwe yê Sûrîyê de beşdar bin.

Birêz Kerry li paytexta Fransayê bi wezîrên Komkara Welatên Ereb re kom bû jibo bidest xistina piştgirîya Ereban bo êrîşeke çaverêkirî ya Amerîkî li dijî rejîma Esed.

Hikûmeta Amerîkî radigihîne ku li êrîşa kîmyawî ya roja 21’ê Tebaxê, herî kêm 1400 kes ji layê rejîma Esed ve hatin kuştin, ku 426 ji wan zarok in.
XS
SM
MD
LG