Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Jin Dibin Cîgirên Serokê Nû yê Îranê


Mesûme Ebtîkar
Mesûme Ebtîkar
Serokê nû yê Îranê Hesen Ruhanî peyvdara revankarên karmendên balyozxaneya Amerîkî wek cîgira xwe jibo pirsên jîngehê destnîşan kir.

Mesûme Ebtîkar li dema şoreşa sala 1979ê peyvdara wê hêzê bû ku êrîşa balyozxaneya Amerîkî li Tehranê kir û karmendên Amerîkî revandin.

Ebtîkar herwiha li sala 1997’ê heta 2005’ê cîgira serokê reformist Mihemed Xatemî bû.

Ruhanî jineke din jî wek cîgira xwe destnîşan kiribû.

Li hilbijartina serokatîya ya 14’ê Hezîranê, Ruhanî wek heftemîn serokê Komara Îslamî ya Îranê hate hilbijartin û di meha Tebaxê de bi fermî wek serok dest bi karên xwe kir.
XS
SM
MD
LG