Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Tundûtûjîya Îraqê de 20 Bi Kêmî Kes Hatin Kuştin


Karbidestên Îraqî dibêjin, pêleke êrîşan li sernaserî welêt bêtirî 20 kes kuştî û bi dehan birîndar li dû xwe hiştîye.

Desthilatdar dibêjin ku xirabtirîn tundûtûjîya Yekşemê li bajarê Hilla bû, cihê ku zincîre teqînên trimbêlan bi kêmanî 10 kes kuştin.

Serekê civata parêzgeha Bexdayê jî ji êrîşekê li ser karwanê wî filitî. Desthilatdar dibêjin, bombeyeke trimbêlan karwanê wî kir armanc û di encamê de bi kêmî du kes hatin kuştin û pênc birîndar bûn. Serekê civatê bê ziyan ji êrîşê filitî.

Heta nuha kesekî demûdest berpirsîya êrîşan nexistîye stûyê xwe.
Ev bûyerên kujer beşek in ji pêla herî dawî ya tundûtûjîya li Îraqê.
XS
SM
MD
LG