Desthilatdarên Tirk dibêjin wan êrîşbirekî berguman kuştîye û yekî din birîndar kiriye piştî êrîşa bi roketan li ser du avahîyan polîsan li Enqere’ya paytext.
Ajansa Anadoglu ya dewletê dibêje ku roketan ziyan gihandin yek ji herdu avahîyan, li ti kes tê de birîndar nebû. Roket derengî Înîyê hatibûn avêtin.
Wezîrê Hundir yê Tirkîyê Muammer Guler dibêje ku polîsan paşê belge peya kirin, di nav de roketên neteqandî, ji devereke nêzîkî cihê bûyerê. Ajansa Anadoglu ya nûçeyan herwiha got ku polîsan herdu berguman li cem avahîya zanîngehekê zeft kirin.