Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelata Aştîyê ya Bîranîna Orhan Dogan Hate Dayîn



Stenbol- Meclîsa Aştîyê ya Tirkiyê (Turkiye Bariş Meclisi) li Stenbolê bi merasîmeke taybet Xelata Aştîyê jibo bîranîna parlamenterê berê û rûspîyê Kurd Orhan Dogan yad kir.

Xelata Aştîyê ya Yekê bi destê nivîskarê navdar Yaşar Kemal ji Koma Muzîkê ya Stranên Biratî (Kardeş Turkuler) re hate dayîn ku ev 20 sal in muzîka xwe li ser bingeha biratiyê bi gelek zimanan dijene.

Li merasîma xelatdayînê ku roja Şemîyê êvarê pêk hat, malbata Orhan Dogan, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, parlemanterên BDP’ê, gelek rewşenbîr, rojnamevan, nivîskarên Kurd û Tirk yên naskirî amade bûn.

Berdevkê Meclîsa Aştîyê Hakan Tahmaz got, “armanca me ya dayîna vê xelatê hilgirtina berpirsiyarîyeke giran e ku ew jî aştî ye.”

Li merasîmê jînenîgarîya Orhan Dogan û hewildana wî ya ku heta dawîya temenê xwe jibo aştîyê kiriye hate pêşandan.

Koma Stranên Biratî piştî wergirtina xelatê bi stranên Kurdî, Tirkî, Erebî, Ermenkî û Rûmî şahîyeke stranan ji beşdaran re pêşkeş kir.

Endama Kardeş Turkuler Hunermend Feryal Oney got, “aştî encex dikare dema ku em hemû bihevre stranên hev bêjin pêk were.”

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi deng, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:29 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG