Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çi li Dû Plana Reformê ya Erdogan e?


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan plana xwe ya demokratîkkirinê wekî gaveke dîrokî binav kir. li dema ku girîngîyê dide gelek pirsgirêkan, pakeja reform balê bi giranî dide mafên Kurdan.

Plan astengîyên bi dehên salan ji ser zimanê Kurdî hiltîne ku tê de bikaranîna tîpên alfebeya nema qedexe ye û rêdana dibistanên taybet jibo fêrkirina zimanê Kurdî li rêx yê Tirkî cih digire. Serokwezîr herwiha got ku ewê pêvidîyên qanûnî biguhere da ku partîyên siyasî bi kêmanî 10 ji sedî ji dengan bidest bixînin da ku nûnertîya parlemanî werbigirin. Ev jî daxwazeke sereke bû jibo çalakvanên Kurd.

Cengîz Aktar, pisporê siyasî û qûnciknivîsê rojnameya Tirkî ya Taraf e. Ew dibêje, reformên wisa girîng in. Lê hişyarîyê dide ku hemû plan dibe ku têra wê yekê neke ku prosesa aştîyê ligel Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi pêş ve neçe.


Meha bûrî, PKKê sedema biryara xwe ya rawestandina vekêşana şervanên xwe bi têkçûna Enqere ya daxuyanîkirina reforman girê da. Ev bûye bêtirî 30 salî ku PKKê şer dewleta Tirk dike da ku bêtir mafan ji Kurdan re bidest bixîne, ku di nav de otonomîya xwecihî û mafê fêrbûna zimanê dê li dibistanên dewletê cih digirin.

Ertugrul Kurkcu, endamekî parlamana Tirkîyê ji Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ye. Ew dibêje ku kêmanîyên di pakêja refromê de nayên wê wateyê vegera jibo hilgirtina çekan, lê ewê helbet encamên din hebin.

BDPê herwiha bi tundî rexne li pakêja demokrasîyê kiriye jiber ku guhertina qanûnên dijî terorê tê de cih nagire. Li gorî BDPê ev qanûn berpirsên zindankirina bi hezaran ji endamên wê ne. Emma Sinclair Webb, lêkolera Tirkîyê ya rêxistina Human Rights Watch li New York e. Ew bixêrhatina van reforman dike, lê dibêje, neserkeftin di guhertina qanûnên dijî terorê şaştîyeke cidî ye.

Şirovekar dibêjin, rastîya ku di nav plana demokratîkirinê de hilanîna qedexekirina lixwekirina şerpeyên olî ji alîyê jinan li avahîyên hikûmetê, daxwazîyeke girîng e ji daxwazîyên piştgirên serokwezîr yên oldar. Tê çaverêkirin ku serketin û serneketina vî karê siyasî yê birêz Erdogan bibe tiştekî girîng jibo prosesa aştîyê ligel PKKê û herwiha jibo hêvîyên Tirkîyê jibo endamtîya Yekîtîya Ewropayê.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:44 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG