Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helwêsta Kurdan li Hember Plana Erdogan


Li dijî pakêta Serokwezîr Erdogan Xwepêşandinek li Diyarbekirê pêk hat.
Li dijî pakêta Serokwezîr Erdogan Xwepêşandinek li Diyarbekirê pêk hat.
Diyarbekir- Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Duşemê Pakêta Demokratîkbûnê eşkere kir. Lê reformên ku Kurd li bende bûn ji pakêtê derneketin.

Hevseroka Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Gulten Kişanak destnîşan kir ku“ev pakêt nebû bersiva ti dexwazek Kurdan û ev ne têrî demokrasîyê ye jî. AKP pakêt li gorî hisabên xwe yên hilbijartinê çê kiriye.”

Parlamentera BDP’ê ya Dîyarbekirê Emîne Ayna ji Dengê Amerîka re got,"ger ev pakêt azadiya girtîyên siyasî û rêberê wan bixwe re neyîne, ger ev pakêt daxwazên gelê Kurd neyîne cî, em nikarin jêre bêjin pakêta demokratîkbûyênê. Ev pakêta xwexapandinê ye û ya hisabên hilbijartinê yên AKP’ê ye.”

Serokê Giştî yê Partîya Demokrasîya Beştar (KADEP) Lutfu Baksî jî destnîşan kir ku di pakêtê de jibo Kurdan tiştek tune ye û serokwezîr carekê jî peyva Kurdî neda ser zimanê xwe. Birêz Baksî got ku mejîyê hikûmetê Kemalîst e lê kincên Îslamî lixwe girê dane.

Sîyasetvanê Kurd Îbrahîm Guçlu jî îfade kir ku demokratîkbûyîna dewletê şert e, ew jî bi guhertina îdarî û sîyasî ya dewletê pêkan dibe. Birêz Guçlu destnîşan kir ev pakêt di sîstema dewletê de guhertinan çê nake, reforman pêşkêş dike.

Ji aliyekî din ve BDP’ê li Dîyarbekirê xwepêşandanek lidar xist û li wir nerazîbûnên ji pakêtê derketin pêş. Di axaftinên xwepêşandanê de hat îfade kirin ku pakêta mezin ew e ku divê karibe azadiya Abdullah Ocalan û statuya Kurdan bixwe re bîn e.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:58 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG