Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pisporên Çekên Kîmyawî Diçin Sûrîyê


tîma pisporan ji Beyrûtê diçe Şamê
tîma pisporan ji Beyrûtê diçe Şamê
Tîmeke pisrporên çekan gihişte Beyrûtê berî ku biçe Şam, paytexta Sûrîyê da ku çavdêrîya prosesa wêrankirina çekên kîmyawî yên Sûrî bike.

Tîma ku ji 20 pisporên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî ya li bajarê Lahay dê îro Sêşemê here Sûrîyê da ku alîkarîya hikûmeta Serok Beşar Esed bikin ku berî yekê meha 11an egera çêkirina çekên wisa rawestîne.

Wêrankirina çekên heyî yên kîmyawî li Sûrîyê dê nîvê sala 2014an bidawî dibe.

Hemdem, tîmeke lêkolerên NY jibo vekolînkirina deverên êrîşên kîmyawî karê xwe li Sûrîyê bidawî kir û berê xwe da Libnanê. NY roja Înîyê got ku tîm heft dever vekolîn dikir.
XS
SM
MD
LG