Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêvekolên N.Y. Gihiştin Sûrîyê


Lêvekolên Neteweyên Yekbûyî gihiştin Sûrîyê jibo destnîşankirin û jinavbirina çekên kîmyawî yên hikûmeta Beşar El Esed.

Karwaneke pêkhatî ji 20 otomobîlan roja Sêşemê li Libnanê derbasî Sûrîyê bûn.

Erkê lêvekolan, vedîtin, hilweşandin û jinavbirina nêzîkî 1,000 tonên çekên kîmyawî ye.

Dihête bawerkirin ku çekên kîmyawî yên Sûrî ji Sarîn, gaza xerdel û maddeyên din yên berbendkirî pêk dihên û li 45 bingehan li seranserî welatî hatîne veşartin.

Rêxistina Qedexekrina Çekên Kîmyawî serperiştîya hilweşandina çekên kîmyawî yên rejîma Sûrîyê dike.
XS
SM
MD
LG