Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarîya NY 'Daxuyanîya Serokatîyê' jibo Sûrîyê Derdixe


Civata Ewlekariya NY
Civata Ewlekariya NY
Berpirsa mirovahî ya NY dibêje karekî nû ji alîyê Civata Ewlekarîyê dikare alîkarîya karkerên alîkarîyan li Sûrîyê bike ku piştigrîyê bidin bêtirî 2 milyon kesên ku pêdivîya lezgîn ji wan re gerek e û ev bûye çend meh ku kesek nikare bigihêje wan.

Civata Ewlekarîya NY roja Çarşemê daxuyanîyek bi navê Daxuyanîya Serokatîyê pejirand, ku tê de bang li hikûmeta Sûrîyê dike gavên demûdest bavêje da ku karê operasyonên alîkarîya mirovahî li handir welêt hêsan bibe. Ev gav di warê qanûnî de li jêr bernivîsê ye, lê giranîya hemû 15 endamên civatê li dû ye.

Nuha tenê 12 rêxistin maf hene ku li Sûrîyê kar bikin. NY dibêje ku gelek bajar û derdora wan jiber şer ji cîhanê qut bûne. Bi dehan xalên kontrolê li ser rêkên sereke ji navbera bajar û bajarokan de bûne sedem ku alîkarî negihêje bi milyonan kesên ku ji wan re pêwîst e.

Ev bûye çend meh ku rewşa mirovahî li Sûrîyê cihê xembarîyê ye, lê kar jibo felcbûna Civata Ewlekarîyê dihate paşve xistin.

Ew kêşebarî roja Înîya bûrî hate şikandin, dema ku endamên herdem gihiştin rêkeftinekê ku Sûrîyê cebilxaneya xwe ya çekên kîmyawî têxe jêr çavdêrîya navneteweyî.

Neteweyên Yekbûyî herwiha rastî kêmbûna 3 milyar dolar tê jibo karê wê li Sûrîyê. Sekreterê Giştî Ban Ki moon ji Kuweyt daxwaz kiriye ku konferanseke din jibo danheva pereyan sala bê lidar bixe da ku ew kêmanî were hilanîn.

Jibo dirêjahîya raporta dengî, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:06 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG