Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Komariyan Daxwaza Danûstandinê Dikin


Serokê Civata Nûneran ya Amerîka John Boehner û komariyên din li Civatê ji Demokratan dixwazin bo peydakirina çareyekê bo daxistana pişkek ji hikûmetê ku eve çar roje hatiye daxistin danûstandinan bike.
Serok Civata Nûneran dibêje “Eve ne yaryeke. Gelê Amerîka naxwazin ku hikûmeta wan daxistî be û ez jî wê naxwazim. Bi tenê daxwaza me ew ku danûstandinan bikeyn û bigehîn çareyek rewa. Ew jî ku hikûmet carek din dest bi karê xwe bike û li jêr sîstema saxlemiyê ya Serok Obama digel gelê Amerîka adil bîn.“
Hikûmeta Amerîkî girtina beşek ji ajansên federalî ragihand, piştî ku herdu encûmenên Kongresê (Civata Nûneran û Senato) nikarîbûn bigihêjin rêkeftinekê berî yekê meha 10’an.
Roja Duşemê, Civata Nûneran ya birêvebirîya Komarîyan sê caran bernivîsek erê kir da ku qanûna saxlemîyê ya bi navê Obamacare tê nasîn hilweşînin. Di her sê caran de Civata Senatoya ya li jêr kontrola Demokratan ew red kir.
Jiber daxistina beşeke hikûmetê, nêzîkî 800,000 karmendên federalî yên Amerîkî li karên xwe hatin dûrxistin.
XS
SM
MD
LG