Lînkên eksesibilîtî

Çalakvan: Hêzên Esed Êrîşa Bajarekî Sunnî Dikin


Hêzên hikûmeta Sûrî êrîş birine ser rûniştvanên Sunnî li parêzgeheke beravî ku piraniya rûniştvanên wê Elewî ne, li gorî çalakvanan.

Du grupên mafên mirovan yên Sûrî ragihandin ku êrîşa li dijî bajarokê Mitras şeva Şemîyê bi kuştina şeş kesan destpê kir. Mitras nêzîkî du bajarokên din yên Sunnî ye, Beyda û Banyas.

Rêxistinên mafên mirovan hêzên ser bi Beşar Esed bi vê êrîşê gunehbar dikin.

Heman rêxistin radigihînin ku hêzên ser bi Esed di meha Gulana bihurî de bi kêmî 248 kes li Beyda û Banyas jî kuştibûn.

Di heman demê de hikûmeta Sûrîyê buhayê benzînê bilind kir û bi vê yekê fişara aborî li ser gelek welatîyên Sûrî zêdetir bû.
XS
SM
MD
LG