Lînkên eksesibilîtî

Di êrîşekê de li dijî posteke artêşa Lîbyayê li Terablusê, bi kêmî ve 15 leşker ji layê çekdaran ve hatin kuştin.

Karbidestekî artêşa Lîbî got ku êrîşberan roja Şembî bi çekên giran li paytextê êrîşa posta leşkerî kirin.

Rêka sereke di navbera bajarokê Tarhuna û yê Benî Welîdde, cihê ku post lê dikeve, yekser piştî êrîşê hate girtin di hewilekê de jibo girtina êrîşbiran.

Li van dawiyan Lîbya rastî pêleke êrîşan hat ku karbidestên leşkerî, çalakvan, dadwer û hêzên ewlekarîyê bûn armanc.

Piraniya tundûtûjiyan ji bin serê wan grupan derdikeve, ewên ku beşek bûn ji tevgera serhildayên dijî dîktatorê berê Muamer Qezafî.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG