Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Çar Kes Hatin Girtin ku Dixwest Êrîşa Navenda Navokî Bikin


Elî Ekber Salihî
Elî Ekber Salihî
Karbidestên Îranê dibêjin, çar karmend ku bizav kiribûn ziyanê bigihînin navendeke navokî hatine girtin.

Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê, Elî Ekber Salihî, ji medyaya Îranî re got ku ev demek bû karbidest çavdêriya wan bergumanan dikir, û ew girtin berî ku ti ziyanê bigihînin navenda navokî. Nuha lêpirsîn bi bergumanan re dihête kirin.

Salihî navenda ku bergumanan dixwest bikin armanc diyar nekir. Demûdest nehate eşkerekirin ji kengî ev berguman hatîne binçavkirin.

Îsraîl karê Îranê ya navokî wekî gefeyeke leşkerî dibîne û gelek caran ragihandiye ku ewê êrîşî navendên Îranê yên navokî bike eger programa xwe nesekinîne.

Îran jî bi berdewamî radigihîne ku progarma navokî ya wê jibo meremên aştiyane ye.
XS
SM
MD
LG