Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Qayde Berpirsiyariya Xwe Hemberî Teqînên Hewlêrê Ragihand


Di êrîş û teqînên Hewlêrê de roja 29'ê Îlonê, heft kes hatin kuştin.
Di êrîş û teqînên Hewlêrê de roja 29'ê Îlonê, heft kes hatin kuştin.
Komela ser bi El Qayde li Îraqê berpirsiyariya xwe hemberî teqînên teroristî yên paytexta Herêma Kurdistanê ragihand.

Di peyamekê de ku roja Duşemê li malpereke çekdarî belav bû, Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê ragihand ku ew êrîş bersivek bûn jibo daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ragihandina piştgiriya xwe jibo çekdarên Kurd li Sûriyê û hikûmeta Îraqê ya bi rêberatiya Şîeyan.

Milîtanên ser bi El Qayde li Sûrîyê şerê çekdarên Kurd dikin.

Di êrîş û teqînên Hewlêrê de roja 29'ê Îlonê, heft karmendên asayişê hatin kuştin û bi dehan kesên din birîndar bûn.

Li sala 2007ê jî, êrîşbereke xwekuj otomobîla xwe li dervey Wezareta Karê Hundir li Hewlêrê teqand û 14 kes hatin kuştkn. Herwiha li sala 2004ê, du teroristên El Qayde êrîşa ofîsên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê kirin û 109 kes kuştin.
XS
SM
MD
LG