Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neh Leşker û Polîsên Misirî Hatin Kuştin


Bi sedema çend êrîşên cûda, neh endamên hêza ewlehiya Misirê hatin kuştin.

Çekdaran roja Duşemê êrîşa xaleke vekolînê kirin li nêzîkî bajarê Îsmaîliye û şeş leşker kuştin.

Herwiha bi sedema teqîna otomobîlekê li baregehê asayişê li başûra welatî, sê polîs hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Roja Yekşemê jî di tundûtûjiyên seranserê Misirê, bi kêmî ve 53 kes haitn kuştin.

Ev tundûtûjî hevdem bû ligel 40-emîn salvegera şerê navbera Ereb û Îsraîlê yê sala 1973’ê.
XS
SM
MD
LG