Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Ebdulhekîm Beşar Hevdîtinên Bi Karbidestên Tirk re Dinirxîne


Dr. Abdulhakîm Beşar

Şandeya ENKS’ê li ser vexwendina Wezareta Derve ya Tirkîyê roja Sêşemê bi Misteşarê Karê Derve Ferîdûn Sînîrlîoglu û cîgirê wî Omer Onhon re hate ba hev.
Serokê El Partî Dr. Ebdulhekîm Beşar ku li civînan amade bû, naveroka hevdîtinên bi karbidestên Tirkîyê re ji Dengê Amerîka re nirxand.
Birêz Beşar got, “wan li ser navê ENKS’ê beşdarîya civînan kiriye ku hevdîtinên wan jî pir sûdewar derbas bûne.”
Wî da xuya kirin, “endamên Desteya Bilind di vê şandeyê de cî negirtine, yên hatine Tirkîyê jî tenê jibo alîkarîyên mirovî li wir in.”
Serokê El Partî bibîr xist, ger opozîsyon bi şandekê beşdarî Cenevre 2 bibe divê ew jî di nav de bin, lê ger bi çend şandan beşdar bibe lazime Kurd jî bi şandeke serbixwe beşdarîyê bikin.
Wî li ser peymana ENKS’ê ya bi opozîsyona Sûrîyê re jî agahî da û got, “wê koalîsyon li civînên Stenbolê yên 24 û 25’ê vê mehê jibo beşdarîya 11 endamên ENKS’ê biryarê bide.”
Dr. Ebdulhekîm Beşar, li ser nîqaşên ku ENKS nûnertîya Kurdan di nav opozîsyonê de nake jî destnîşan kir, “peymana bi opozîsyonê re pir pêşketî ye, guhertina navê dewletê bixwe re tîne û mafên Kurdan jî li Sûrîyê misoger dike.”
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:04 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG