Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq 42 Kesan bi Tawana Kiryarên Terorîstî li Sêdar Dan


Wezareta Dad ya Îraqê roja Pêncşembî ragehand ku 42 kes bi tawana kiryarên terorîstî li sêdar dan ku yêk li wan jine.

Wezareta Dad got tawanbar hemû Îraqî bûn û li du rojên buhurî hatin li sêdar dan piştî ku dadgehê ew bi tawana kiryarên terorîstî hukim kiryn ku bibûne egera kuştina bi dehan kesan û têkdana rewşa welat.

Ev li sêdare dan îro li Îraqê hat kirin, herçend e ku ji aliyê navneteweyî ve daxwaza ragirtina hukimê li sêdar danê hatibû kirin.

Hikûmeta Îraqê dibêje ku ji meha çar Nîsanê were, jiber êrîşên weha û teqînan pitir ji 5 hizar kestan li wî welatî hatîne kuştin, ku 200 li wan her di vê mehê de bûne qurbanî.

Komela Mafên Mirovan jî rexnê li awayê dadgehkirinê li dadgehên Îraqê digire û dibêje hindek ji wan hukiman li ser binaxê şahîdîdana li bin eşkencdanê hatîne dan.
XS
SM
MD
LG