Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîr Kerry Serdana Afganistanê Dike


John Kerry Wezîrê Derve yê Amerîka bi seredaneka ji nişkêve çu Aganistanê bo danûstaninan digel Serokê Afganî Hami Karzaî, ew jî di demekî de ku mohleta gehiştin bi rêkeftnekê li ser paşeroja hêzên Amerîkî li wî welatî nêzîk dibe.

Herdu welat bizavê diken ku heta dawiya meha 10 bigehine rêkeftinekê ku rê bide hêzên Amerîkî li Afganistanê bimînin piştî ku karê hêzên bi rêberya NATO sala bê bi dawî dibe.

Eve saleke ku Washingotn û Kabul danûstandinan diken. Lê danûstandine li ser hindek pirsan hatibûn ragiritn, weku serwerya Afxanistanê, rola hêzên Amerîkî li wî welatî li paşerojê, û daxwaza rêzdar Karzaî ku Amerîka misoger bike ku hêzên biyanî li paşerojê mayê xwe di wî welatî de naken.

Heke çi rêkefitin nehên kirin, hêzên Amerîka piştî sala 2014 dê ji Afganistanê derkevin.
XS
SM
MD
LG