Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama bi Keça Pakistanî ya 16-Salî re Dicive


Serok Barack Obama li Qesra Sipî pêşwazî li keça Pakistanî Melala Yusifzay kir.

Di wê kombûnê de herwiha hevjîna serokî Michelle û keça wî Malia jî amade bûn.

Di peyamekê de, Qesra Sipî ragihand ku Serok Obama sipasiya Melala kir jiber kar û xebatên wê jibo xwendin û perwerdeya keçan li Pakistanê.

Melala di temenê 11 salî de dest bi belavkirina nivîsînên xwe kir derbarê zulm û zordariyên Talîbanê li devera Swat ya Pakistanê. Ew herwiha yek e ji çalakvanên perwerdeya keç û jinan li wê deverê.

Li 2012’ê Talîbanê êrîşa Melala kir û ew bi giranî birîndar bû.

Melala herwiha jibo wergirtina xelata Nobel ya Aştiyê bo sala 2013ê hatibû kandîd kirin.
XS
SM
MD
LG