Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Divê Fişara Cîhanê li Dijî Îranê Berdewam be


Benjamin Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlî daxwazê li civaka navneteweyî dike ku fişara xwe li dijî Komara Îslamî ya Îranê berdewam bike, heta Tehran dest ji bernama navokî berde.

Di gotarekê de li parlamentoya Îsraîlê roja Duşemê, Benjamin Netanyahu got ku Îran bizavê dike ku cîhanê bixapîne da ku xwe ji cezayên giran rizgar bike bêy ku Tehran daxwazên sereke yên cîhanê qebul bike.

Îran û welatên mezinhêz yên cîhanê roja Sêşemê li Ewropayê kom dibin jibo encamdana gotûbêjan li ser programa navokî ya Tehranê.

Îsraîl bi berdewamî radigihîne ku Îran bizavê dike ku bombeya navokî çêbike li çarçova bernama xwe ya navokî. Lê belê Tehran radigihîne ku bernameya wê bitenê jibo meremên aştiyane ye.
XS
SM
MD
LG