Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Çirkên Dawî Rêberên Senatê li Ser Budcê Danûstandinê Dikin


Rêberên Civata Senatoran yê bizavê dikin ku bigehin lihevhatinekê ku hem pişkên daxistîyên hikumetê wê vebin û hem jî dê pere ji hikumetê re berdest be heta ku pêgirtinên xwe yên diravî pêk bîne.

Senatorê Demokrat Harry Reid û Senatorê Komarî Mitch McConnell êvara Sêşembê danûstandin kirin di bizavekê de ku bigehin lihevhatinekê ku li herdu Civatên Kongrêsê derbas bibe û roja Pêncşembî Serok Barack Obama mor bike.

Ew biryar divê li herdu Civatên Senatoran û Nûneran berî muleta diyarkirî derbas be, demê ku Wezareta Xezînê ya Amerîkî gotibu êdî nikare ku pêgirtinên xwe yên diravî pêk bîne.
XS
SM
MD
LG