Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeyvîn bi Du Sînemavanên Kurd re


Rêzan Yeşilbaş " Piştî Yilmaz Guney Wergirtina Xelata Palmîya Zêrîn Jibo Min Şerefeke Pir Mezin e!"

Yek ji endamê jûrîya Fîlm Festîvala Dûhokê, derhênerê ciwan Rêzan Yeşilbaş bû. Derhênerê Kurd, 30 sal piştî Yilmaz Guney, di Festivala Cannesê de, bi filmê xwe yê bi navê “ Bêdeng” di beşa kurtefîlman de xelata Zêrîn ya Palmiyê vergirt.

Rezan Yeşilbaş ji Dîyarbekirê ye û du fîlmên wî hene. Mijara herdû fîlmên wî jî li ser li ser jinan e.

Derhênerê ciwan ji Dengê Amerîkayê re da zanîn çîroka fîlma wî rastîya jîyana wî ye û got ku bêdengîya jinên Kurd weke kul ketîye ser dile wî. Derhênerê ciwan destnîşan kir bi rêya sînemayê dixwaze him sedemên vê bêdengîyê him jî derd û kulen Kurdan vebêje. Wi got piştî Yilmaz Guney wergitina Xelata Palmiya Zêrîn jibo wî şerefeke pir mezin e.

Sûzan Îlîr "Ez Dixwazim Bibim Lîistikvaneke Kurd ya Navdar Li Cîhanê"

Di festîvala Duhokê de, fîlmê Hîşam Zaman yê Berîya Berf Barînê xelata Bajarê Duhokê wergirt û lîstikvana fîlmê Suzan Îlîr jî di beşa Baştirîn Aktrîstê de hate xelat kirin.

Suzan îlîr 17 salî ye û ji Dîyarbekirê ye. Berîya vê xelatê li welatê Norwecê jî xelata Amandayê wergirtîye ku ev xelat jibo Norwecê di giranîya Oskarê de ye.

Suzan ji Dengê Amerîka re got wê di 12 salîya xwe de dest bi lîstikvanîya şanoyê kirîye û cara pêşî di fîlmê Min Dît de, di roleke biçûk de leysitîye.

Lîstikvana Kurd ya sînemayê da zanîn bavê wê bi şertê ku fîlmên ku keça wê têde bilîze divê ne li dijî Kurdan be, îcaze daye lîstikvanîya wê.

Sûzan Îlîr got herçend şertên fîlm çêkirinê pir zehmet be jî ew ji kare xwe pir hez dike û anî ziman ew dixwaze bibe lîstikvaneke navdar ya Kurd li cîhanê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:47 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG