Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Pakistanê Serdana Amerîkayê Dike


Newaz Şerîf
Serokwezîrê Pakistanê Newaz Şerîf serdana Washington dike jibo encamdana kombûnan bi rêberên Amerîkayê re.

Birêz Şerîf roja Yekşemê bi Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry re kom dibe.

Serokwezîrê Pakistanê roja Çarşemê ji ligel Serok Barack Obama dicive.

Têkeliyên navbera Washington û Îslamabadê aloz bûn piştî kuştina rêberê El Qayde Osame Bin Ladin sala 2011 li Pakistanê ji layê hêzeke Amerîkî ve.

Lê belê di vê salê de têkeliyên navbera herdu welatan baş bûn û Amerîkayê biryar da ku yek milyar û 600 milyon dollaran wek alîkariyên leşkerî û aborî bide Pakistanê.
XS
SM
MD
LG