Lînkên eksesibilîtî

Pênc Xwekuj Êrîşa Avahiyeke Hikûmeta Îraqê Dikin


Mideast Iraq
Karbidestên Îraqî dibêjin bi sedema tundûtûjiyên roja Yekşemê bi kêmî ve 10 kes hatin kuştin.

Li bakura Îraqê, otomobîlek li pêş mala karbidestekî polîsî teqî. Di wê teqînê de, bab, bira û pênc birazayên wî polîsî hatin kuştin, lê belê ew bi xwe li mal nebû. Şeş kesên din di wê teqînê de birîndar bûn.

Hevdem, pênc êrîşberên xwekuj êrîş kir ser avahiya Encûmena Bajarê Raweh, li rojavaya Îraqê.

Musena Îsmaîl dibêje ku du êrîş ber ji layê hêzên parastinê ve hatin kuştin û sê êrîşberên din bombên xwe li pêş avahiyê teqandin.

Di wê êrîşê de karbidestek û du polîs hatin kuştin û 20 kesên din birîndar bûn.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG