Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên Amerîka û Qeterê li Parîs Dicivin


John Kerry û Xalid Ettiyeh roja Duşemê li Parîs kom bûn.
John Kerry û Xalid Ettiyeh roja Duşemê li Parîs kom bûn.
Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry roja Duşemê li Parîs bi Wezîrê Derve yê Qeterê Xalid El Ettiyeh kom dibe.

Herdu rêber li Fransayê kom dibin jibo encamdana gotûbêjan li ser kirîza Sûriyê pêş ku bi hev re biçin London.

Roja Sêşemê civîna ‘Hevalên Sûriyê’ li paytexta Brîtanyayê birêve diçe. Diplomatên 11 welatan di wê civînê de beşdar dibin, welatên ku piştgirî didin serhildayên Sûrî.

Wezîr Kerry herwiha ligel rêberên opozisyona Sûrî kom dibe.

Amerîka dixwaze ku civîna taybet bi aştiya Sûriyê li meha 11 li Jinêvayê birêve biçe.
XS
SM
MD
LG