Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Hêzên Kurdan Çûne di nav Bajarê Tel Koçer de


Komela Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûrî bingeh li Brîtanya dibêje hêzên Kurdan roja Înê çûne di nav bajarê Tel Koçer de ku li jêr destê çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraqê û Şamê yên ser bi el Qayîda bu.

Ew komel dibêje hêzên Kurdan ku bi Yekîneyên Parastina Gel tê nasîn, piştî şer û lêkdanên tund digel çedarên ser bi el Qayîda çûne dinav wî bajarî de ku dikefte ser tixûbê navbera Sûrîyê û Îraqê.

Ew bajar ku bi zimanê Erebî bi Yaaroubiyeh tê nasîn, li çend mehên buhurî cihê şer û lêkdanan bu navbera hêzên Kurdan û komelên ser bi el Qayîda ku bune egera kuştin û birîndarbûna bi sedan kesan.
XS
SM
MD
LG