Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Amerîkî Dîsa Çû Rojhilata Navîn


Wezîr John Kerry û wezîrê derve yê Erebistana Saudî Mîr Saud El Feysel.
Wezîr John Kerry û wezîrê derve yê Erebistana Saudî Mîr Saud El Feysel.
Wezîrê Derve yê Amerîkî roja Yekşemê gihişte Misirê, di destpêka serdana wî bo Rojhilata Navîn.

Serdanka John Kerry bo Qahîre, rojekê berî destpêka dadgehkirina serokê berê yê Misirê Mihemed Mursî ye. Artêşa Misirê di meha Tîrmehê de desthilata Mursî hilweşand. Mursî bi handana kuştina xwepêşanderan hatiye tawanbarkirin.

Her roja Yekşemê û piştî serdana Misirê, Wezîr Kerry çû Erebistana Saudî jibo encamdana gotûbêjan bi rêberên Erebistanê re li ser aloziyên Misirê, Kirîza Sûriyê û programa navokî ya Îranê.

Li bajarê Beytlehim jî, birêz Kerry bi serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu û serokê Felestînî Mehmûd Ebbas re kom dibe.

Wezîrê Derve herwiha serdana Urdun, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Cezayir, Mexrib û Polandayê dike.

Serdana birêz Kerry neh rojan berdewam dibe.
XS
SM
MD
LG