Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komandarekî Artêşa Îranê li Sûriyê Hate Kuştin


Leşkerên Sipahê Pasdaran.
Leşkerên Sipahê Pasdaran.
Komandarekî Sipahê Pasdaran (Nobedarên Şoreşê) ya Komara Îslamî ya Îranî li Sûriyê hate kuştin, li gorî ajansa nûçeyên Mehr ya Îranî.

Ajansa Mehr ragihand ku Mihemed Cemalî berî çend rojan ji layê “teroristan” ve hate kuştin. Mehr zaniyarî li ser çewaniya kuştina Cemalî eşkere nekir, lê belê ragihand ku merasîma behiya wî roja Sêşemê li bajarê Kirman birêve diçe.

Li sala bihurî, komandarê Sipahê Pasdaran General Mihemed Elî Ceferî ragihand ku şîretvanên Sipahê Pasdaran li Sûriyê ne, lê belê wî got ku leşkerên wî li Sûriyê şerî nakin.

Îran, ya bi rêberatiya Şîeyan, hevalbenda sereke ya rejîma Beşar El Esed e. Esed ji malbateke Elewî ya Şîe ye. Piraniya serhildayên Sûrî Sunnî ne.
XS
SM
MD
LG