Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û hevtayê wî yê Suadî Saud el Feysel dibêjin welatên wan li ser wê yekê lihev kirine ku Serokê Sûrîyê Beşar Esed ji desthilatê hilînin. Lê ew lihev nakin ka çawa vê armancê pêk bînin.
Wezîrê Derve yê Saudîyê dibêje dibêje, medya gelek cudahîyan di navbera Amerîka û Erebistana Saudî nîşan dide.
Piştî gotûbêjên roja Duşemê li Riyada paytext, Mîr Saud got ku peywendîyên durist li ser dilsozî û rastîyê dimînin, û ya rast ew e ku di siyaset û nêrînan de caran rêkeftin hebe û carna tune ne.
Karbidestên Amerîkî yên ligel Kerry dibêjin rêberên Saudî nerazîbûna xwe nîşan dan, jiber vegera Washington ji ser biryara êrîşkirina armancên leşkerî yên Sûrî û guhertina wê yekê bi plana hilanîna çekên kîmyawî yên Sûrî. Mîr Saud dibêje, jibo Erebistana Saudî, destêwerdana leşkerî girîngîyeke moralî ye.
Kerry got ku rêvebirîya Obama çareyeke gotûbêjkirî dixwaze, jiber ku Amerîka ne desthilata yasayî ne jî daxwaz heye ku têkeve nîvê şerekî navxweyî.
Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Derve yê Amerîka dê ji Erebistana Saudî biçe Polonya jibo danûstandinên bazirganî û leşkerî ligel wî welatî. Dê vê geşta 10 roj de, biryar e birêz Kerry serdana Urdun, Îsraîl, Îmarat, Cezayîr û Mexrib jî bike.