Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Sûrî li Stenbolê Ketin Gireva Birçîbûnê


Bizavkarên Sûrîyê li Stenbolê jibo bal kişandina ser birçîbûn û bêzarîya jiber şerê navxweyî gireva birçîbûnê dane destpê kirin.

Grubek bizavkarên Sûrîyê bi navê ‘Jibo dawîbûna birçîbûna neçarî, em jî xwe birçî dihêlin’ roja Duşemê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Gruba bizavkaran, bang li hêzên navdewletî ku bi taybet dezgehên mirovî û Neteweyên Yekbûyî (UN) kir, alîkariyên mirovî û saxlemîyê bişînin ji xelkê Sûrîyê re û rêyên alîkarîyê bi timî werin vekirin.

Hemwelatîyê Sûrîyê Mûayed Chozlan, ji Dengê Amerîka re got, heta ev rewşa birçîbûn û bêzarîyê li ser gelê niştecihên Sûrîyê berdewam be, ew ê greva birçîbûnê bidomînin.

Wî destnîşan kir, “Rejîma Esed dixwaze xelkê Sûrîyê birçî bimîne da ku xwe ji berxwedanê vekişîne. Lê em vê yekê qebûl nakin û em ê heta rêya alîkarîyên însanî bê vekirin vê bizava xwe bidomînin.”

Mûayed Chozlan bibîr xist, hêzên navdewletî û heta opozîsyona Sûrîyê bixwe jî bêhtir bi alîyê sîyasetê ve mijul e, lê birçîbûna li welatê wan û berdewamîya kuştina zarokan tê piştguh kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:10 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG