Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AKP: Şaredarîyên BDPê li Şûna Xizmetê Bikin, Sîyasetê Dikin


Aytaç Alkan
Aytaç Alkan
Di meha Adarê de li Tirkiyê hilbijartinên rêvebirîyên herêmî ê pêk were. Her partîyî li gorî naveroka bername û rêziknameyên xwe serlêdana nazmedan qebûl dikin.

Dema serlêdanê yên jibo Partîya Dad û Pêşvebiririnê di 1ê Mijdarê de bidawî hat.

Serokê Partîya Dad û Pêşvebirênê yê Dîyarbekirê Aytaç Alkan ji Dengê Amerîka re da zanîn heta neha 80 kes jibo namzedîyên şaredarîyên Dîyarbekirê serî li partîya wan dane.

Birêz Alkan jibo rêvebirîyên herêmê got ew qebûl nakin ku bejin hêza AKP nîne jibo rêvebirîyên herêmî û di dewamîyêde xizmetên şaredarîyên BDPê yên Dîyarbekirê rexne kir. “Xwezî rêvebirîyên herêmî xizmetên ferz yên jibo runiştvanên bajêr anîbûna cî. Lê ew di şuna xizmetê bikin, sîyasetê dikin. Rewşa xerab ya rê û nava bajêr ji kêmasiyên şaredarîya ne. 15 sal in ku BDP desthilat e. Lê xizmetên baş nekirine. 15 sal in Dîyarbekirê derfetê da BDPê. Rewşa xizmeta şaredariyan li ortê ye. Billa 5 salan derfetê bidin AKPê wê demê ê herkes bibine ka xizmet çawa dibe.“

Aytaç Alkan jibo Pêvajoya Çareserîyê jî got "Dîyarbekirî dizanin ku Serokwezîr Erdogan dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike û tiştên ji deste wî tê, dike. Em dizanin % 95 runiştvanên bajêr girîngîyek mezin didin pêvajoyê. Jiber van sedeman em li hêvîyêne ku gelê me di 16ê Mijdarê de werin mîtinga Serokwezîr ya li Dîyarbekirê."

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:11 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG