Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netewperest û Koçberî li Rûsya


Netewperestên Rûs di xwepêşandinekê de
Netewperestên Rûs di xwepêşandinekê de
Piştî Amerîka, Rûsya xwedî duwem mezintirîn jimara karkerên penaber e. 12 milyon kes. Ligel rêjeya 10 ji sedî ji hemû penaberên li Rûsya ku ji Naverasta Asya tê, Nûçegihanê Dengê Amerîka James Brooke wan aloziyên di navbera xelkên Rûsya yên spî û penaberan de dide xuyakirin.

Hatina mezin ya Misilmanan bo Moskoyê hiştîye ku hinek xelkên bajêr hest bikin ku tişt ji bin kontrolê derdikevin. Wekî bersiv, karbidest asta derkirina karkerên biyan bilind dike.

Vladimir Zhirinovsky, siyasetvanekî netewper ku nêzîkî Kremlinê ye, vê dawîyê li ser kanaleke televizyonî got ku pêwîst e kontrola jimara xelkê wekî ya li Çînê li ser malbatên Qavqazyaya Rûsya were kirin.

Ew dibêje, dibêje li malbatên ji Qavqazyaya Rûsya were ferzkirin ku bêtirî zarokekî yan du zarokan neyînin. Û eger ew vê yekê qebûl nekin, divê herêma wan bi têlan ji Rûsya were cihêkirin.

Wekî bersiv, Lyudmila Alexeyeva, çalakvana mafên mirov, ji rojnamevanan re got ku pêwîst e Zhirinovsky bi têlan were dorpêçkirin. Wê got, Kremlin stratejîyeke metirsîdar dişopîne.

Xanim Alexeyeva, Kremlin bi derxistina nakokîya nijadî tawanbar dike, wekî alaveke jibo hilanîna torebûna gelêrî li dijî desthilatdaran û lawazbûna aborîyê.

Jibo bêtir agahî li ser vê mijarê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:23 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG