Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Îran Dest ji Mafê Navokî Bernade


Hesen Ruhanî
Hesen Ruhanî
Serokê Îranî Hesen Ruhanî dibêje ku welatê wî dest ji mafê navokî bernade, di nav de zaxkirina uranyomê li ser xaka Îranê.

Ruhanî roja Yekşemê gotarek pêşkeşî parlamentoya Îranê kir derbarê danûstandinên navokî yên navbera Îran û şeş welatên mezin yên cîhanê.

Parlamentoya Îranê bingehê bihêz yê konservatîvan e.

Danûstandinên navokî roja Yekşemê li Jinêvayê bi dawî hatin.

Wezîrê Derve yê Îranê ragihand ku di danûstandinan de pêşveçûn hebûn, lê belê Îran û grupa 5+1 li hev nekirin.
XS
SM
MD
LG