Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zêbarî: Nakokiyên Navbera Îraq û Tirkiyê bi Dawî Hatin


Zêbarî û Davutoglu roja Yekşemê li Bexdayê kom bûn, 10'ê meha 11, 2013.
Zêbarî û Davutoglu roja Yekşemê li Bexdayê kom bûn, 10'ê meha 11, 2013.
Karbidestên Îraq û Tirkiyê sozê didin ku nakokiyên diplomasî yên navbera herdu welatên cîran bi dawî bînin.

Di konferanseke rojnamevanî de roja Yekşemê, wezîrê derve yê Îraqê Hişyar Zêbarî got ku nakokiyên navbera Enqere û Bexdayê “bi dawî hatin û qonaxeke nû ya têkeliyan li navbera herdu welatan destpê kir.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu roja Yekşemê serdana Îraqê kir û serdana wî du rojan berdewam dibe.

Têkeliyên navbera Îraq û Tirkiyê li destpêka sala 2012'ê aloz bûn, piştî Cîgirê Serokê Îraqî Tariq Haşimî, yê Sunnî, reviya Tirkiyê. Hikûmeta bi rêberatiya Şîeyan ya Îraqê radigihîne ku Haşimî berpirs bû hemberî kuştina Şîeyann li Îraqê.

Hikûmeta Tirkiyê daxwaza Bexdayê jibo teslîmkirina Haşimî red kir.

Piştgiriya Tirkiyê bo protestoyên Sunniyan li dijî hikûmeta Nûrî El Malikî û kontraktên neftê yên navbera Enqere û hikûmeta Herêma Kurdistanê, nakokiyên navbera Tirkiye û Îraqê kûrtir kirin.
XS
SM
MD
LG