Lînkên eksesibilîtî

Çandina Afyon li Afganîstaê Zêde Dibe


Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya taybet bi Muxederat û Tawanan ragihand ku çandin û berhemînana Opuimê (afyon) li Afghanistanê gihiştîye asta herî bilind.

Dibe ku yek ji sedemên zêdebûnê ew be ku cotkarên Opuimê bizavê dikin ku dahata xwe zêde bikin, jiber nezelalîya rewşa Afghanistanê li paşerojê, piştî NATO li sala 2014ê hêzên xwe li wî welatî vedikşîne.

Neteweyên Yekbûyî roja Çarşemê raportek li ser beng û muxederata li Afganistanê belav kir. NY ragihand ku nuke li ser 209,000 hêktarên erd, afyon were çandinin , li sala 2007ê, rûberê çandina aftonê 193,000 hektar bûn.

N.Y. herwiha ragihand ku vê salê, 5,500 ton afyonê hatîne hilberandin ku nêzîkî du beramberî berhema sala 2012ê ye.

Piranîya zevîyê çandina afyonê, li başûr û rojavayê welat e, li deverên ku çekdarên Talîbanê çalak in.
XS
SM
MD
LG