Lînkên eksesibilîtî

Serokê Herêma Federal a Kurdîstanê Mesûd Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokwezîrê Tirkiyê hat Dîyarbekirê.

Serokê Herêma Kurdistanê li qadê gotarek peşkeş kir. Birêz Barzanî destnîşan kir dema ku Serokwezîr Erdogan, li Dîyarbekirê behsa pirsgirêka Kurd kir, jibo Kurdan pengaveke nû destpêkir. Mesûd Barzanî got "Pêdivîya hemî gelen Rrojhilata Navin bi biratîyê heye.

Piştî 37 salan şûnda hunermend Şivan Perwer jî cara yeke ye ku tê Kurdîstana Bakûr û Tirkîyê. Şivan Perwer û İbrahim Tatlises derketin ser dike û peyamên aşitîyê dan. Herwiha jibo pêvajoya çareseriyê spasîya xwe li Serokwezîr Erdogan kirin.

Serokwezirê Tirkiyê jibo pêvajoya çareserîyê got “ Eger Diyarbekir xwedî li vê pêvajoyê derkeve, pêvajo dê biser bikeve. Syaset çêtire ji çekan, aşitî çêtire ji şer. Ez ji Dîyarbekir dixwazim ku bila xwedantî

Hêjayî gotinê ye ku Serokwezirê Tirkiyê û Serokê Herêma Kurdîstanê di şîva îvarê de jî bi nûnerên rêxistinên sivîl yên Dîyarbekirê re jî hatin bah hev. Çaverêye ku li ser rewşa pêvajoya çareserîyê û rewşa herêmê danûsendinan bikin.

Roja Yekşemê di saet 11:00 de Birêz Barzanî dê hare serdana Şaredarîya Bajarê Mezin ya Dîyarbekirê bike û li wir bi şaredar û parlamenterên Kurd re jî dê were ba hev.


XS
SM
MD
LG