Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Perlemana Îranê Kabîneya Rûhanî Pesend Kir


Parlamana Îranê wezîrê dawî ji Kabîneya Serok Hesen Rûhanî qebûl kir, piştî ku sê namzetên pêşî jibo postê red kiribû.

Di rûniştineke parlamanê de ku roja Yekşemê li ser radyoyê hate weşandin, 199 endamên parlamanê ji eslê 267’an bi erê deng dan jibo danîna Mehmûd Goderzî wekî wezîrê Werzîş û Gencan.

Ev qebûlkirin dawîyê li prosesa sê meh dirêj jibo dagirtina Kabîneyê. Endamên parlamanê piranîya postên wezaretan li Tebaxê qebûl kiribûn, lê nazmetên çend postan red kiribûn. Wan ew namzet bi nebûna ezmûnê yan jî bi nêzîkbûn ji opozisyonê tawanbar dikirin.

Goderzî yê 58 salî mamosteyê pewerdeya werzîşî ye li Zanîngeha Tehranê. Ew ne endamekê sereke ye di çi grupeke siyasî de, tevî ku ew destpêka salên 80’î di nav refên Paservanên Şoreşê de bû.
XS
SM
MD
LG