Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhilda Destên Xwe Datînin Ser Zevîyekî Neftê li Rojhilata Sûrîyê


Çalakvanên Sûrî dibêjin, komeke serhildayên ser bi el Qayîde ve roja Şemîyê destê xwe danî ser zevîyekî neftê li rojhilata Sûrîyê, ku yek ji mezintirîn zevîyan li Sûrîyê ye.

Ramî Ebdulrehman, berpirsê Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan got ku çekdarên Cebhet el Nusra zevîya el Omer li parêzgeha Dêra Zorê ya rojhilata Sûrîyê kontrol kirine.

Operasyon piştî şerekî li nîvê şevê ligel leşkerên hikûmetê pêk hat. Ev nûçe ji alîyê hikûmeta Serok Beşar Esed nehatîye piştrastkirin.

Dahatên neftê li Sûrîyê nêzîkî 25 ji sedî ji rêjeya butçeya Sûrîyê ye. Lê piştî ku di dawîya sala 2012’ê de serhildayan destên xwe danîn ser hinek deveran li parêzgeha Dêra Zorê, cihê ku gelek zevîyên neftê lê dikevin, tê bawerkirin ku rêje li nêvî ketîye.

Ji alîyekî din ve, televizyoneke ser bi hikûmetê ragihand ku trimbêla wezîrekî hikûmeta Sûrîyê rastî teqelêdanekê hat û di encamê de ajovanê wezîr hate kuştin.

Televizyona el Îxbarîya got ku wezîr Elî Heyder ne di trimbêlê de bû dema ku ew li ser rêka di navbera parêzgeha Hema û Tertûs de rastî teqelêdanê hat. Karbidestekê hikûmetê ew raport piştrast kir.
XS
SM
MD
LG