Lînkên eksesibilîtî

Rêberên Sunî yên Îraqê biryar dane mizgeftên li Bexdayê bigirin jibo nîşandana nerazîbûnê li dijî êrîşên ku oldaran dikin armac.

Rêberên Sunî yên Îraqê dibêjin, wan biryar dane mizgeftên li Bexdayê bigirin heta demekê nedîyar jibo nîşandana nerazîbûnê li dijî êrîşên ku mela û oldaran dikin armanc.

Şêx Mistafa al-Beyatî, Serokê Civata Zanayên Sunî ev ferman da û got, civatê roja Pêncşemê ev biryar wergirt û roja Şemîyê ket karî.

Mizgeftên rendeka Azemîye ya piranî Sûnî biryar cîbicî kirine. Li ser derîyê mizgefta Abu Henîfe nivîsandîyê, jiber hêrîşên li ser îmam, oldar û nivêjkeran dê mizgeft girtî bimîne.
XS
SM
MD
LG