Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Honduras Serokekî Nû Hildibijêre


Welatîyên Honduras îro Yekşemê berê xwe didin sindoqên dengdanê jibo hilbijartina serokekî nû li welatê xwe.

Di pêşbazîya hilbijartinan de siyasetmedarê parêzkar Juan Orlando, berbijarê Partîya Niştiman ya desthilatdar, tê pêş siyasetmedara sosyalîst Xiomara Castro, ya ku mêrê wê Manuel Zelays di sala 2009ê de bi rîya derbeyeke leşkerî ji desthilatê hate avêtin.

Rawergirtin nîşan herdu berbijar gelekî nêzîkî hev in di rêjeya dengan de. Ev yek jî xeman derdixe ku encamên hilbijartinê bibin sedema ne aramî û protestoyan li dewleteke têkçûyî ku rêjeya herî bilind li cîhanê bo kuştinê lê heye.

Destûra Honduras dibêje, berbijarê serkeftî pêwîstî bi dengekî zêdetir heye da ku hilbijartinan bîne bi alîyê xwe ve.
XS
SM
MD
LG