Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry jibo Danûstandinan li Londonê ye


Piştî du rojan ji gotûbêjên germ li Jinêvê di navbera Amerîka û pênc welatên din û Îranê de jibo programa Tehranê ya navokî, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry nuha li London e.

Birêz Kerry roja Yekşemê gihişt Londonê da ku danûstandinan ligel Wezîrê Derve yê Brîtanya William Hague û Serokwezîrê Lîbya Alî Zîdan pêk bîne.

Wezareta Derve ya Amerîkî dibêje, dê Kerry ligel herdu rêberan behsa Îran, Sûrîye, gotûbêjên aştîyê di navbera Îsraîl û Filestînîyan de û herwiha xirabtirbûna tundûtûjîya li Lîbya bike, ji dema roxandina dîktatorê berê Muamer Qedafî li 2011’ê.
XS
SM
MD
LG