Lînkên eksesibilîtî

Îsraîl: Rêkeftina bi Îranê re Xeletiya Dîrokî ye


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Hikûmeta Îsraîlê bi tundî rêkeftina navbera Îran û Grupa 5+1 rexne kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Yekşemê got ku rêkeftina li ser programa navokî ya Îranê “xeletiyeke dîrokî” ye.

Di danûstandinên navokî de, ku li Jinêvayê birêve çû, Îran razî bû ku jibo şeş mehan hinek beşên çalakiya navokî ya xwe bisekinîne hemberî sivikkirina cezayên aborî li dijî Tehranê.

Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry roja Yekşemê got ku rêkeftina navokî dibe ku bibe pêngava yekê li çareserkirina pirsgirêka programa navokî ya Îranê bi rêyên aştiyane.

Grupa 5+1 li endamên herdem yên Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî û Almanyayê pêk dihêt.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG