Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandan jibo Piştgirîya Kurdên Sûrîyê li Stenbolê Hate Kirin


Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ligel pêkhatên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Stenbolê jibo piştgirîya deverên Kurdî li Sûrîyê xwepêşandaneke girseyî li dar xist.
Xwepêşandana jibo Kurdên Sûrîyê, bi sernavê ‘Berxwe Bide Rojava, Stenbol bi te re ye’ roja Yekşemê li qada Kadikoy hate saz kirin.

Di axaftinên Hevserokên BDP û HDP’ê de, Rêvebirîya Demkî ya Kurdistana Sûrîyê ku demek berê bi pêşengîya Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) hatibû îlan kirin hate silav kirin.

Herwiha hêz û dewletên dibin asteng li ber berxwedana Kurdên Rojava hatin rexne kirin ku hate xwestin piştgirîya grubên çekdar yên cîhadîst nekin.

Beşdarên vê xwepêşandana mezin ku cara pêşî ye li Stenbolê jibo Kurdên Sûrîyê pêk tê, ji Dengê Amerîka re peyivîn.

Nivîskar Çiya Mazî da xuya kirin, “Rojava xaleke pir girîng e di serketina hemû Kurdan de. Lewma jî piştgirîya wan ya li her derê gelekî watedar e.”

Abdurrahman Kalkan ku li Stenbolê dimîne da zanîn, “em li vir jibo piştgirîya Rojava kom bûne ku divê em wan bi tenê nehêlin.”

Xwendekar Sînan Soylemez jî xebatên xwendekaran yên piştgirîya Rojava bibîr
xistin û silavên xwe ji Kurdên Sûrîyê re şandin.

Xanima bi navê Sakîne Kiziltay jî piştgirîya xwe jibo Kurdên Sûrîyê dîyar kir û hestên xwe yên li ser dawînanîna şer û pêkanîna aştîyê bi parve kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:07 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG