Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulbaqî Yusif: Gerek PYD li Xwe Vegere


Konferansa taybet bi aştiya Sûriyê li destpêka sala 2014’ê li Jinêvayê birêve diçe, li gorî Neteweyên Yekbûyî.

Abdulbaqî Yusif, endamê polîtburoya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê hêvî xwest ku konferansa ‘Jinêva 2’ şerê Sûriyê bisekinîne û bibe bingehek jibo avakirina rejîmeke demokratîk ku mafê tevaya gelên Sûriyê biparêze.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Abdulbaqî got Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê dixwaze ku Kurd bi yek şande û bi yek deng di konferansa Jinêvayê de beşdar bin. Wî got Partiya Yekîtiya Demokrat bû sedem ku helwêst û dengê Kurdan li Sûriyê nebe yek.

Birêz Abdulbaqî got gerek PYD li xwe vegere û em bi hevdu re bi yek şand herine kongreya Jinêvayê.
XS
SM
MD
LG