Lînkên eksesibilîtî

Îsraîl Alîkariya Gelê Sûrî Dike


Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Mûsê Yalon
Jibo cara yekê, Îsraîlê piştrast kir ku alîkariyan pêşkeşî gelê Sûrî dike.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Mûsê Yalon roja Sêşemê got ku Îsraîl xwarin, av û pêdivî yên din yên bingehîn derbasî Sûriyê kirin.

Nivîsîngeha Wezîr Yalon ragihand ku ev çend meh in Îsraîl bi rêya aliyekê din alîkariyan digihîne Sûriyê.

Herçende Îsraîl xwe ji alîgiriya rejîm yan opozisyona Sûriyê dûr dike, lê belê bi dehan birîndarên şerê Sûriyê li nexweşxaneyên Îsraîlê hatîne dermankirin.
XS
SM
MD
LG