Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê Serdana Îranê Dike


Nûrî El Malikî
Televizyona ser bi dewleta Îranê ragihand ku Nûrî El Malikî ligel rêberê Îranê Ayetollah Elî Xameneyî, Serokê Îranî Hesen Ruhanî û karbidestên dî kom dibe.

Ev yekemîn serdana Malikî ye bo Îranê, piştî hilbijartina Hesen Ruhanî wek serokê wî welatî.

Her ji sala 2003’ê vir ve, têkelîyên navbera Îran û Îraqê bihêz bûn, ku herdû welatên piranî Şîe ne. Îran herwiha alîgireke serekî ya rejîma Serokê Sûrî Beşar El Esed e, ku ew jî Şîe yê Elewî ye.

Serdana Serokwezîrê Îraqê bo Tehranê sê rojan berdewam dibe.

Biryar e Serokê Afganî Hamid Karzay jî li rojên bihêt serdana Îranê bike.
XS
SM
MD
LG