Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komela Rûbirûbûnê Pêkhatên Civaka Tirkîyê Dicivîne


Istanbul conference
Istanbul conference
Komeleya Vekolîn û Rûbirûbûna Bûyerên Civakî li Stenbolê, bi beşdarîya pêkhatên civaka Tirkîyê dest bi sazkirina civînên Pêvajoya Aştî û Çareserîyê kir.

Li civîna yekê ku 7’ê meha 12’an pêk hat, Laz, Çerkez û Roman hatin gotûbêj kirin.
Serokê Komeleya Rûbirûbûnê Nivîskarê Lêkoler Cafer Solgun, ji Dengê Amerîka re li ser xebatên komeleyê û mebesta van civînan peyivî.

Birêz Solgun bibîr xist, Ew li ser demokratîkbûna Tirkîyê xebat û çalakîyên curbecur pêk tînîn û herî dawî pêvajoya çareserîyê ketiye rojevê ku ew jî piştevanîya aştîyeke mayînde dikin.

Wî got, “piştî vê civînê emê li ser hêvî û xwestekên Ermen, Rûm, Suryanî, Cihû û Êzdîyan û herî dawî jî li ser Elewîyan civînan saz bikin.”

Nivîskar Solgun bal kişand ser rapora ku ew ê piştî xeleka civînan amade bikin û got, “êm ê vê raporê pêşkeşî bîragiştî, partîyên sîyasî û hemû alîyên pêvajoya çareserîyê bikin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:57 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG