Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

"Li Kurdistanê Qeyrana Azadiya Rojnamegerî Heye"


Alî Mehmûd
Alî Mehmûd
Piştî kuştina rojnamevan Kawe Germiyanî li bajarê Kelar, parêzgeha Silêmanî, pirsa azadiya rojnamegerî li Herêma Kurdistana Îraqê dîsa bû pirsa serekî ya rojevê.
Çalakvan û şirovekarê siyasî Alî Mehmûd dibêje ku îro li Kurdistana qeyrana azadiya rojnamegerî heye.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, birêz Alî got ku hem desthilatdar û hem jî “komeleyên mafiyayê” berpirs in hemberî binpêkirina mafê rojnamegeran.

Birêz Alî dibêje ku Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê, wek du partiyên desthilatdar li Herêma Kurdistanê, berpirs in hemberî parastina jiyan û asayişa tevaya kesên ku li deverên bin desthilata wan dijîn. Wî got, lewma YNK û PDK berpirs in li jiyana her kesekî ku li deverên wan dijîn, di nav de jiyana rojnamegeran.

Birêz Alî herwiha got Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê li partiyên din "demokratîktir e, lê belê tecrûbeke wê ya faşîl heye li parastina asayiş û jiyana welatiyên ku li deverên bin desthilata wê partiyê dijîn."

please wait

No media source currently available

0:00 0:08:26 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG