Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Deh Hezaran Hezkirîyên Mandela Xatir jî Wî Dixwazin


Bi deh hezaran behîdar îro li Afrîkaya Başûr kom dibin ku jibo cara dawî rêz û hezkirina xwe jibo serokê berê Nelson Mendela nîşan bidin.

Termê birêz Mandela, ev sê roj in ku li bajarê Pretoria tê parastin ku hemwelatî bikaribin wî bo cara dawî bibînin.

Hikûmeta Afrîkaya Başûrî dibêje, heta niha 50.000 kes di dorê de ne ku jiber termê rêzdar Mendela derbaz bin û wî careke din bibînin, berî ku ew were binax kirin.

Karbidestên hikûmetê hişyarî didin ku îhtîmal e hemî kes nikaribin heta dawîya îro Înîyê termê Mandela bibînin.

Hêjayî gotinê ye, birêz Mandela tekoşîneke dirêj li dijî rejîma Apartheid dabû û 27 salan li zindanê mabû.

Wî di sala 1994'an de, wek yekemîn serokê Reş yê Afrîkaya Başûr hatibû hilbijartin.
Li ber e, termê Nelson Mendela ji cîhê dayikbûna wî Qunu were şandin û roja Yekşemê jî merasîmeke binaxkirinê lê were kirin.
XS
SM
MD
LG